Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDK Û YNK li Ser Parêzgarê Kerkuk Li Hev Hatin


Kerkuk
Kerkuk

Roja Pêncşemê Partî Demokratî Kurdistan PDK û Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK li ser destnîşan kirina kesekî bo parêzgarê Kerkuk li hev hatin.

Lê biryara dawiyê dê bo Civata Encûmena Kerkuk vegere ya ku nakokiyên wê gelekin.

Kameran Kerkukî, berpirsê lîsta PDKê di Encûmaena Parêzgeha Kerkukê de dibêje"PDK û YNK weke du layenên Kurdî bo destnîşankirina kesekî weke parêzgar li hev hatin, lê razîbûna Ereb û Turmenan li ser wî kesî pêwîste heta ku bibe parêzgar"

PDK û YNK, roja Pêncşemê li bajarê Silêmaniyê civîn encam da, piştî civînê di preskonferansekê de, Tayîb Cebar weke Parêzgarê nû yê Kerkukê berbijar kirîye, lê dema ku pêkhateyên din yên weke Ereb û Turkmenên Kerkukê razî nebin li ser berbijariya Cebar, wî çaxî dê pirsgirêk derkevin.

Encûmena Parêzgeha Kerkuk ji 41 kesan pêk tê, lîsta Birayetî ku lîsta Kuran e li Parêzgehê 26 Kursî hene, li gor yasyaê dikare parêzgarek nû hilbijêre.

Pêkhateya Ereban ji di Encûmenê de xwediya 6 kursîya ye, lê ew jî du perçene, piranya wan parêzgarê niha li ser kar Rakan Cibûrî dixwazin, lê beşek din wî naxwazin.

Turkmenên Kerkuk jî, xwedî 9 Kursîne di navbera Sine û Şîayan de, dabeş bûne, yên Sine hevkariyê bi lîsta Turkmenan re dikin û Şîa jî di nava hêzên siyasî yên Şîayan de dabeş bûne.

Mihemed Mehdî Beyatî fermandarê rêxistina Bedir li Kerkuk, gef kirine û dibêje, divê parêzgarê nû ji Şîayan be û nabe rewşa Kerkukê vegere bo rewşa berî 16 Oktoberê.

Alî Hisênî peyvdarê Heşda Şaabî dibêje "Kurd bi tenê nikarin Parêzga wezîfedar bikin, divê razîbûna Bexda hebe".

Ciwan Hesen endama Encûmena Kerkuk ji Yekgirtuya Îslamî dibêje "Çavê Turkmenan li ser postê Serokê Encûmena Parêzgehê ye û Ereb jî dixwazin Rakan Cibûrî bibe Cîgirê parêzgar, jiber vê yekê dibe li hev hatin çê bibe".

Tayîb Cebar kesê destnîşan kirî jî aliyê PDK û YNK ve bo Parêzgarê Kerkuk, sala 1954ê li gundê Tepelo yê girêdayî Nahya Qerehesen e û li parêzgeha Kerkuk hatîye dinê, yek ji helbestvan û n ivîskarê parêzgeha Kerkuk e û rêveberê giştî bû di wezareta avedankirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de."

Raporta Dilşad Enwer 11 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG