Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aliyên Kurd li Kerkuk'ê Biryara Dadgeha Îdarî Red Dikin


Bajarê Kerkuk
Bajarê Kerkuk

Koalisyona Kurdî di Encûmena Parêzgeha Kerkukê de, nerazîbûna xwe li hember biryara dadgeha Îdarî ya Îraqê nîşan da û ragihand ku, ew biryarê nas nakin û alayê Kurdistanê liser sazî û avahiyên hikûmetê na înin xwar û ewê ala her bimîne.

Grûba Kurdî di encûmena parêzgeha kerkukê de dibêje, biryara dadgehê biryarek siyasîye û herweha biryara daxistina alayê Kurdistanê ne karê dadgeha Îdarîye û ewê ta'nê li biryara dadgehê bidin û kar jibo temîzkirinê tê kirin.

Îbrahîm Xelîl endamê encûmena parêzgeha Kerkukê dibêje "biryara dadgeha Îdarî biryarek siyasî ye, ne yasayî, jiber ku, ew dadgeh ji aliyê yasayî ve nabe axiftinan liser cûdahiyên destûrî yên di navbera hikûmeta navendî û parêzgehan de bike".

Herwiha dibêje "di mehekê de, ev biryar dê bihê temîzkirin, jiber vê yekê ew nûha şêwîra qanûnî dikin jibo ta'ne lêdan û temîzkirina biryara dadgeha Îdarî".

Çendîn caran encûmena parêzgeha Kerkukê daxwaza helwêst wergirtinê ji herêam Kurdistnaê kiriye û koalisyona Kurdî di paralmenê Îraqê de piştgîriya hildana alayê Kurdisatanê kirîye.

Şiwan Dawidî, endamê parlamena Îraqê dibêje "berî nûha jî, koalîsyona Kurdî di parlamena Îraqê de, daxwaz kirîye ku, di mijara hildana alayê Kurdistanê de li Kerkukê bila dadgeh bêalî bimîne".

Raporta Dilşad Enwer ji Kerkukê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG