Berpirsan ragihand ku çekdarên Cîhadî roja Çarşemê li Kerkukê polîsek kuşt berî ku 2 bîrên petrolê biteqînin, Kerkuk li bakurê Îraqê ye û herêmeke nakokbare di navbera hikûmeta Bexda û Îdara Kurdan de.
Berpirsekî ewlekariyê gotiye ajansa AFP "Yên êrîş encam dane, çekdarên dewleta îslamê DAIŞê" ne, wan polîsek kuştîye "Du polîs jî birîndar kirine."
Wezareta Petrola Îraqê derbarê bûyerê daxuyaniyek weşand û gotiye êrîşkaran "bîrên petrolê 177 û 183 li zeviyên Bay Hassan," peqandine.
Daxuyaniya wezaretê dibêje aigrê ku bi bîra yekê keftî "Di demek kurt de hatiye kontrol kirin" lê "karmendên agirvemirandinê hêjî di çalakiya hewildanên vemiradina agir dane" piştî çendîn demjimêran ji êrîşê hêjî şewata bîra duyan dom dike.
Hêzên Pêşmergên Kurd bajarê Îraqî Kerkuk sala 2014ê kontrol kirbû, piştî ku DAIŞê êrîş pêkanîn û hêzên Federal yên Îraqê xwe ji Kerkukê ciyê bîrên petrol ji wana zeviyên petrolê yên Bay Hassan, vekişandî.
Li dawiya sala 2017ê Bexda bi şêweke fermî serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand, piştî operasyonên dijwar yên leşkerî bi alîkariya Hevpeymaniya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîka.
Lê Kurd yên ku Rêveberîyek Xweser heye li Hewlêr-Erbîl û hikûmeta Federal ya Bexda li ser Kerkukê ya zengîn bi petrolê di nava nakokiyan dane.
DAIŞê hêjî kapasîteya pêkanîna car car êrîşan heye, bi taybetî bi şev operasyonan encam dide û bi gelemperî nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de bikar tîne.
Meha borî wezareta neftê gotibû ku wan 88,4 mîlyon bermîl hinarde kirine li hemberî wê 5.5 mîlyar dolar wergirtine.