Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Beşdariya 1800 Çekdaran DAIŞ Êrîşa Ser Kerkukê Plan Dike


Li gûr raporteka Îstîxbaratî ya jibo komîta ewlekariya niştîmanî ya parlamenê Îraqê hatî şandin, têde tê zelalkirin ku DAIŞê plankiriye di meha bihêt de, bi beşdariya 1800 çekdaran êrîşî bajarê Kerkukê bikin.

Hişyar Ebdullah endamê komîta ewlekarî û bervenkariyê di parlamenê Îraqê de jibo dengê Amerîka da xûyakirin ku "Berî operasiyona Mûsil bihê destpêkirin, li bajarokê Hewîce bi tenê 200 çekdarên DAIŞê hebûn, niha 2000 çekdar hene".

Hişyar Ebdulla dîsan dibêje di cara dawiyê de, dema çekdarên DAIŞê êrîş anî bû ser Kerkukê 163 – 169 çekdar bûn, lê li gûr raporta Îstîxbaratî ya gihaye komîta parlamenê vê carê 1800 çekdarên DAIŞê dê beşdarî êrîşa ser Kerkukê bibin.

Armanca DAIŞê ji plana êrîşa ser Kerkukê kêmkirina fişara ser bajarê Mûsilê ye, herweha derbarê kanê çawan 2000 çekdarên DAIŞê xwe gihandine Hewîce? Hişyar Ebdulla dibêje" 4 kîlometran vala dinavbera Mûsil û Hewîce de hebûn, ew bi riya wan 4 kîlometran derbasî Hewêce bûn e.

Li gûr pêzanînên Dengê Amerîka pişka Kurdî, hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê li dormandûrên bajarê Kerkukê di amade başiyê de ne jibo her êrîşekê.

Westa Resûl fermandarê hêzên Pêşmergan li eniya başûrê Kerkukê got" Pêşmerge her bîstikekê de amade ne, jibo bervanîkirina ji bajarê Kerkuk.

Qeza Hewîce herêma herî nêzîke ji Kerkukê ku, heta niha li jêr kontrola DAIŞê de ye, weha hatbû plankirin ku, Pêşmerge û Heşda Şaabî bihevre êrîşî bajarê Hewêce bikin, lê ji sedema lihev nekirinê, ev plan hat paşxistin.

Raporta Dil]ad Enwer - Kerkuk 30.11.2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG