Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd: Li Kerkuk Goman li Ser 120 Hezar Kartên Dengdanê Heye


Hilbijartin li Kerkuk
Hilbijartin li Kerkuk

Partiyên Kurd, li parêzgeha Kerkuk dibêjin, gomana wan li ser 120 hezar kartên dengdanê heye, yên bo koçberên Hewîce hatine amade kirin, lê berpirsên komisyona bilind ya hilbijartinan li Kerkukê wan îdîayan red dikin.

Rêbaz Sabir berpirsê melbendê Kerkukê yê Komela Îslamî ya Kurdistan dibêje " li gor pêzanînên gihane me, 135 hezar kart bo dengderên koçber yên Hewîce hatine amadekirin bê ku qeydên bayometrî hebin".

Berpirsên Kurd, li Kerkuk dibêjin, gomana wan heye ku amadekirina wan kartan, hewildan bin ji bo encamdana sextekariyan di dengên Kerkukê de.

Abdulbasit Derwîş, peyvdarê ofîsa Komisyona bilind ya hilbijartina li Kerkuk got"120 kart hatine amade kirin, kesên koçber dikartin tenê bo carekê dengê xwe bidin".

Ji hejî bîr xistinê ye ku, dema Kerkuk di kontrola Kurdan de bû, Ereb û Turkmenan ew bi sextekariyên di hilbijartina de tawanbar dikirin, lê nihe Kurdan kontrola Kerkuk ji dest daye, îca ew aliyên Ereb û yên din bi sextekariyan tawanabr dikin.

Dilşad Anwar Hilbijartin, Kerkuk 29-04-2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00

XS
SM
MD
LG