Breaking News

Parêzgarê Nû yê Kerkûkê Hate Hilbijartin

Piştî nêzîkî mehekê ji valahîya îdarî û nakokiyên siyasî, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro Şemîyê Qehtan Wendawî, berbijarê Eniya Tirkmanan, wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hilbijart.

Wendawî bi 14 dengan ji tevahîya 15 endamên amade yên encûmenê hat hilbijartin. Ev hilbijartin hat piştî parêzgarê berê Mihemed Sem'an dest ji postê berdabû. Sem'an ji alîyê Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî ve wek wezîrê dewletê yê karûbarên pêkhateyan hatiye destnîşankirin.

Li gor peymaneke siyasî ya di navbera pêkhate û alîyên siyasî yên Kerkûkê de, Wendawî heta dawîya vê salê di postê de dimîne û di destpêka sala 2027'an de posta parêzgarîyê dê bibe mafê namzedekî ji pêkhateya Ereb.

Nûnerên alîyê Erebî got ku garantîyên pêkanîna peymanê wergirtine û di derbarê vê guhertinê de tu dudilî nînin.

Li aliyê din, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got ku li gorî peymanê, di destpêka sala bê de dê postê parêzgariyê ji Ereb re were dayîn, di heman demê de YNK dê postê serokatîya Encûmena Parêzgarî û fermandariya polîsên Kerkûkê bistîne.

Lê hin çavdêrên siyasî dibêjin dabeşkirina postên îdarî bi peymanên siyasî pirsan derbarê rola hilbijartinan û pêvajoya demokrasîyê de derdixe holê.

Rojnamevan Elî Melala got ku dabeşkirina postan bi peymanên siyasî dikare pêvajoya demokratîk lawaz bike û pirsê derbarê girîngiya dengê gel di hilbijartinan de çêbike.

Di du salên borî de Kerkûk sê parêzgarên cuda dîtiye. Piştî hilbijartina Mihemed Sem'an di meha Gulanê de û destnîşankirina wî wekî wezîrê dewletê di meha Cotmehê de, Rêbwar Teha bi awayekî wezîfedar postê parêzgariyê birêve bir.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî hene: 7 kursî ji bo alîyên Kurdistanî (5 YNK û 2 PDK), 6 kursî ji bo Ereb, 2 kursî ji bo Tirkman û 1 kursî ji bo kristiyanann.

XS
SM
MD
LG