Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Artêşa Îraqê Bingehên Stratejî li Başûrê Kerkuk Kontrol Dike


Ajansa Reuters li gûr daxûyaniyek leşkerî ragihand ku, hêzên Îraqê bingeha esmanî ya K1, Şerîketa gaza bakur, bingeha berhemînana elktrîka Kerkuk û hin taxên bajêr yên weke taxa "Pîşesazî – Sîna'a" kontrol kirine.

Daxûyaniya leşkerê Îraqê dibêje, niha pêşketina hêzên wan berdewame. Berpirsên herêma Kurdistana Îraqê ev yek piştrast nekirîye, lê kenalê herêmî Rudaw TV gotiye, hêzên pêşmerge ji başûrê Kerkukê vekişyane.

Bajarê Kerkukê li jêr kontrola Kurdan de bû, lê hêzên Îraqî ber bi taxên nava bajêr pêş dikevin û gihane taxa Sîna'a û rêyên diçin nava bajarê Kerkuk hatine kontrol kirin.

Hêzên Îraqê sibeya roja Yekşemê dest bi operasiyona ser herêma bi nakok kirîye, ev operasiyon di wî çaxî de pêkhat dema ji sedema encamdana referendauma roja 25î meha Îlonê hatî encamdan alozî dinavbera hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistanê derketin e.

XS
SM
MD
LG