Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Kurd Yên Ewlekariyê li Kerkuk Dibin Armanca Girtinê


Bajarê Kerkuk
Bajarê Kerkuk

Piştî derçûna biryara girtina general Serhed Qadir, rêvebirê berê yê polîsê qeza û nehiyên Kerkuk, general Kawe Xerîb rêvebirê Akadêmiya Polîsên Kerku jî hat girtin.

Çavkaniyeke ewlekarîyê ku, nexwest navê wî bihê eşkere kirin gote Dengê Amerîka"li gûr biryara dadger, rêvebirê berê yê polîsê Daqûq û rêvebirê niha yê Akademiya polîsên Kerkuk hatîye desteser kirin".

Çavkanî dîsan dibîje "di dema xwe de 4 çekdarên DAIŞ li Daqûq hatine wendakirin, ger çi niha şikayet li general Kawe Xerîb hatiye kirin".

Ahmed Askerî, endamê encûmena parêzgeha Kerkuk got Dengê Amerîka "her çi dozek kevin li dij efserên Kurd heye, niha têxin rojevê". Askarî dîsan dibêje, hin efsreên Kurd ji aliyê Bexda ve hatine daxwaz kirin û hin jî, ji aliyê dadgeha Kerkukê ve tên bang kirin.

Hikûmeta Îraqê girtin û daxwaz kirina berpirs û efserên Kurd bi pirsên yasayî ve girê dide, lê aliyên Kurd dibêjin, armanc ji girtin û tawanbar kirina berpirsên Kurd ew da ku, hebûna Kurdan di saziyên ewlekarîya Kerkukê de lawaz bikin.

Raporta Dilşad Enwer - Kerkuk 13.12.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00

XS
SM
MD
LG