Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Necmedîn Kerîm: Ji 16î Oktobera 2017an Heta Îro Têkiliya Min bi YNKê Re Nema Ye


Dr. Necmedîn Kerîm
Dr. Necmedîn Kerîm

Di hevpeyvînek taybet de ya pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Dr. Necmedîn Kerîm parzêgarê Kerkuk yê ji kar hatî avêtin, derbarê rewşa kerkukê û duberîya partiyên Kurdî bi giştî û li ser posta Parêzgarê Kerkukê bi taybetî axivî.

Kerîm da zanîn, eger ku parêzgarê Kerkuk çi ji kesên Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNKê, yan ji Partî Demokratî Kurdistan PDKê be tiştek nayê guhertin.

Kerîm bi şêweke sergirtî rexenyan li YNKê digire, ku berî niha endamê polîtbîrûya heman partiyê bû. Dr. Necmedîn dide dazîn ku gruba 16î Oktoberê di sala 2017ê li Kerkuk xiyanet kirîye, her ew kes bûn sedema alozbûna rewşa Kerkukê û wan rewşa Kerkuklê gihand vê rojê. Kerîm dîsan dibêje, lê niha heman grub rundikên tîmsahan bo Kerkukê dirêjin.

Kerîm radigehîne ku wî niha tu girêdanên hizbî nemane, ew kesekî serbixweye, lê dibêje niha PDK weke mezintirîn partî karekî baş dike dema li gel hemû partiyan danûstendianan dike, lê divê rê neyê daîn ku her kesekî xiyanet kir û leşkerkêşiya serdestan kir, car din bihên beşdarî hikûmetê bibin.

Temamiya hevpeyvîna karmenda Dengê Amerîka Jiyar Mihemed li gel Dr. Necmedîn Kerîm guhdarî bike.

Hevpeyvîn li gel Dr. Necmedîn Kerîm
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:26 0:00

XS
SM
MD
LG