Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Radestkirina 176 Erebên Kerkuk yên Zindankirî Dibe Sedema Nakokiyan


Girtiyên Arab li Silêmanî tên berdan
Girtiyên Arab li Silêmanî tên berdan

Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) 176 erebên ku li Silêmanî iyê di girtî bûn û bi tawana terorê di wextê xwe da li Kerkuk hatbûn girtin û heta niha li Silêmaniyê di girtî bûn, radestî berpirsên îdareya Kerkukê tên kirin.

Armanca radestkirina erebên girtî ji aliyê YNKê de asayî kirin û baş kirina rewşa Kerkukê ye, ku car dî rewş li wê parêzgehê di navbera pêkhateyan da normal bibe. Lê li Herêma Kurdistanê ev yek bû sedema nerihetî û dilgiraniyê.

Îsmail Hadîdî, kesayetiyê Ereb yê ku di civînên azad kirina girtiyan da amade bûbû, bo Dengê Amerîka axivî û got "Yekîtî Niştîmanî dê 176 kesan radestî îdara Kerkuk bike, da ku lêkolîn li ser dosyayên wan, jinûve bihên kirin û yên bêtawan bihên berdan".

YNKê berî niha jî, sê grûbên din yên girtîyên erebên sûnî radestî îdareya Kerkuk kirine, lê hêjî hejmarek din ya girtiyan li Silêmaniyî digirtîne.

Hadîdî dîsan dibêje "YNKê li ser daxwaza me girtî azad kirin, ev jî dê bibe sedema peydabûna aştî û bi hevre jiyanê û emê dosya girtiyên li Silêmaniyê dimînin bidawî bînin".

Sêşemê qunaxa dawiyê ya radestkirina erebên girtî bi amadebûna Mihemed Osman berpirsê Melbendê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan li Kerkuklê û Rakan Jibûrî parêzgarê Kerkukê û Saad Harbiye berpirsê operasyonên Kerkukê hat ragihandin.

Xazî Kerkukî endamê serkirdayetiya YNKê û cîgirê berpirsê Melbendê YNKê li Kerkuk gote Dengê Amerîka "Em li gel normalkirina rewşa Kerkukê ne, lê nabe aliyê bemaber bersivdanek baş nebe û zevî û dexlên Kurdan bihên şewitandin". Xazî Kerkukî dîsan got, ez horgiliyên serbest berdana erebên girtî nizanim wê ji berpirsê melbendê kak Mihemed Osman bipirsin.

Dengê Amerîka çend caran hewil da derbarê çawaniya serbest berdana erebên girtî ji Mihemde Osman berpirsê melbendê YNK bipirse, lê têkilî çê nebû.

Li ser vê pirsê Adnan Kerkukî endamê serkirdayetiya Partî Demokratî Kurdistan PDKê yê Kerkuk/Germiyan got Dengê Amerîka, erebên têkiliyan bi DAIŞê re hebû nabe bihên azad kirin, ew bihên berdan dê dexl û danê Kurdan dîsan şewitînin.

Adnan Kerkukî herwiha got "Hikûmeta Îraqê heta niha daxwaza radest kirina girtiyan ji Herêma Kurdistanê nekirîye, ev tenê erebên kerkukê dixwazin bo berjewendiya xwe ya hizbî bikar bînin, pirsên weha pêwîstî bi lihevkirinekê di navbera hikûmeta Bexda û ya Herêmaê da heye". Weke Adana Kerkukî dibêje.

Raporta Dilşad Enwer, arabên girtî- Kerkuk 20 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00


XS
SM
MD
LG