Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza Hevbeş ya Operasyonên Kerkuk Bê Kurdan Hat Avakirin


Dema ku Yekêtî Niştîmanî Kurdisan YNKê û Partî Demokratî Kurdistan PDKê nakokî di navbera wan de berdewam dikirin, Îraqê bê ku yek ji berpirsên Kurdan yên ewlekarî yan Îdarî beşdar bike, jora hevbeş ya operasyonên Kerkuk pêkanî.

Rêbwar Taha yek ji nûnerên Kurdan li Kerkukê di parlamaena Îraqê de got "Divê Kurdek di jora operasiyonên Kerkukê de hebe".

Taha herwiha dibêje"bi şêweke fermî me daxwaz kirîye ku Kurdek bikeve jora operasyonan li Kerkuk".

Jor operasyonên Kerkuk ji hêzên navxweyî yên Îraqê, Heşda Şaabî û Heşda eşayîran hatiye ava kirin.

Saad Harbîye, fermandarê operasyonên hevbeş li Kerkuk got "sedema pêkanîna hêza hevbeş hatiye avakirin ji bo yasa serdest be û her kes li jêr fermana wê hêzê tev bigere".

Pêkanîna Hêza Hevbeş li Kerkukê Bê Kurdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:53 0:00

XS
SM
MD
LG