Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Kerkuk: Yên Madê Hişber Kartînin Dest di Tawanên Din de Heye


Efser Huma Berzincî Berpirsê Beşa nehiştina Madên Hişber li Kerkuk
Efser Huma Berzincî Berpirsê Beşa nehiştina Madên Hişber li Kerkuk

Rêveberê polîsê nehiştina madê hişber li Kerkuk, îşratê bi wê yekê dide ku ew kesên destê wan li gel kirîn, firotin û karanîna madê hişber heye, piraniya wan dets ligel tawanên din yên weke, dizî, kuştinan de jî heye.

Di daxuyaniyên xwe de bo Dengê Amerîka, efser Huma Berzincî Berpirsê Beşa Nehiştina madê Hişber li Kerkuk dibêje"Tevî hêzên din yên ewlekariyê me tîmên nobedariyê li Kerkuk belav kirine, her dema bandên destê wan ligel bazirganiya madê hişber heye, rasterast tên destgîr kirin." Û tekez li ser wê yekê kir ku "Rojane zaniyarî derbarê çalakiyên madê hişber digehin wan, piştî destûr ji dadger derdikeve, diçin wê herêmê bo desteser kirina wan kesan".

Her çende berî niha Alî Mehdî lîderê Eniya Turkmenan li Kerkuk pirsgirêka madê hişber li Kerkuk bi diyardeke metirsîdar bi nav kirbû, û daxwaza vekirina nexweşxanek taybet kir bo çareseriya vegerîna tûşbûyan, lê Huma Berzincî axiftina Alî red dike û dibêje"rewşa Kerkukê ji gelek bajarên din yên Îraqê baştire, ji aliyê belavbûna madê hişber, heta ji herêma Kurdistanê jî baştire." we efser Huma Berzincî dibêje.

Derbarê kesên ku madê hişber bikartînin yan jî bazirganiyê dikin, berpirsê beşa nehiştina madê hişber li Kerkuk dibêje "Piranî kesên haya wan ji wan nîne û yên bêkar madê hişber bikartînin, piraniya wan jî ew kesin yên ku berî niha destê wan di tawanên din de heye, û hin jî ji sedema kêşeyên malbatî tûşbûne."

Berpirsê Turkeman, berî niha parêzgehên ku sinorin ligel Kerkukê weke çavkaniya hatina madê hişber bi nav kirbû, lê efser Huma Berzincî navê ti ciyek negot ku çavkaniya hatina madê hişber be "Em tawanbarên madê hişber di nava bajar de desteser dikîn, ji her alî ve madê hişber digehe Kerkuk, bi taybet li herêmên ku xalên kontrol kirinê nînin, madê hişber bi qaçaxî dikeve nava Kerkuk."

Karanîn û bazirganiya madê hişber li Îraq û Herêma Kurdistanê gihaye astek bilind, bi şêwekî ku di maweyê salekê de 11,000 kes hatine desteser kirin, rojane polîs dest bi ser 100an kîlogramên madê hişber de digire.

Raporta Kerkuk 28 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG