Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞê Çawa Ket Nava Kerkûkê Û Rewşa Şer li Bajêr


An injured Kurdish man walks at a site of an attack by Islamic State m
An injured Kurdish man walks at a site of an attack by Islamic State m

Serê sibeya Roja Înê 21.10 Sê gropên çekdarên DAIŞê ji sê aliyan de, bi dizî ketin nava bajarê Kerkuk û herweha qeza Dobis, DAIŞê hind avahî girtin û segvanên xwe liser avahî û hotêlan belavkirin.

Li gur pêzanînên gihane Dengê Amerîka pêşiyê sê çekdarên DAIŞ li hember avahiyê elektrîka Dobis xwe teqandine û hejmareka karmendên saziya elektrîkê weke rehîne hatin girtin û paşan ew gullebaran kirin.

Husên Mohamed efserekî Pêşmerge li rojavayê Kerkuk gote Dengê Amerîka"li avahiyê elektirîka Dobis DAIŞê 14 karmend û zêrevan gullebaran kirine".

Herweha got"di nav kuştiyan de 5 karmendên Îranî bûn, liser projeya elektrîkî kar dikirin" lê ew sê xwekuj ji aliyê hêzên ewlekariyê de hatine kuştin.

Li gur efserê Pêşmregan hejmarek çekdarên DAIŞê dîsan hatine nav gundê Kotanê yê liser riya Dobis, piştî şerekî yek seatî, ew çekdar ji aliyê Pêşmergan de hatine kuştin.

Hêzên Pêşmergan texmîn dikin ku hejmareka zêde ya çekdarên DAIŞê di van êrîşan de hatbin kuştin, yên ku bi dizî ket bûn nava taxên weke, Mefqudîn û Esra, Avahiyê berê yê Polîsan lihewar hatinê û di heman demê de otombîlek bomberêjkirî hinartin avahiyê Parêzgeha kerkuk û li hember avahî xwe teqand.

Fermandar Faroq Hemewendî rêvebirê asayîşa Domîz li Kerkukê gote Dengê Amerîka "hejmara çekdarên DAIŞ yên hatine di nava bajarê kerkukê de zêdetirî 50 çekdaran bûn".

Fermandar Faroq dibêje, ew heta niha lidûfçûnan dikin kanê ew çekdarên DAIŞ ji sengerên Pêşmergan xwe gihandiye nava kerkuk, yan jî ji derve hatine, herweha Faroq dibêje "seat 3 û nîvî serê sibê 4 çekdarên xwekuj xwe teqandin".

Ew çekdarên DAIŞ yên hatine nav bajarê Kerkuk di Otombîlên barhelgir de di nava taxên Kerkuk yên xwecihên Wê Erebin hatin û Çûn kirine û paşan di mizgeftan de bangê "Elahû Ekber" hatiye bihîstin.

Ferhad Mohamed welatiyê xwecihê taxa Esra û Mefqudîn e dibêje"me bi çavên xwe dîtin çekdarên DAIŞ bi azadî ji otombîlên xwe peya dibûn".

Fermandê Polîsên Daquq Emîd Kawe Xerîb bo Dengê Amerîka dide zanîn ku"berî du rojan 200 çekdarên DAIŞ nêzîk sengerên me bûn, me weha texmîn dikir ku dê êrîşî me bikin, me hêzên xwe xistin di amadebaşiyê de".dîsan dibêje goman heye ku, ev çekdare bûn yên serê sibeya roja Înê hatine nava Kerkukê.

Nûçegihanê Dengê Amerîka dibêje hejmareke çekdarên DAIŞ li taxa Mecîdiye xwe asê kirin e, ji aliyê şervanên Partiya Karkeên Kurdistan (PKK) ê de, hatine durpêçkirin.

Heta amadekirina vê raporê hêzêke zêde ya hêzên ewlekariyê gihane bajarê Kerkuk, Polîs, Pêşmerege û hêzên Asayişê di amadebaşiyê de ne, jiber ku hind çekdar hêjî dui nava Kerkukê de mane.

XS
SM
MD
LG