Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Bi Zêdebûna Girjîya Nav Kurdan Herikîna Neftê ji Kerkûkê Bin Gefê Ye


Kerkûk bi neftê dewlemend e

Ajansa Reuters radigihîne ku li Herêma Kurdistana Îraqê, alozîya navbera hikmetê û partîya rikeber zêde dibe, piştî ku herikîna neftê ji Kerkûkê hate sekinandin.

Reuters dide zanîn ku Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), ku Kerkûkê kontrol dike, gefan dike ku ewê di rojên pêş de hin gavên nû bavêje, eger Hewlêr Bexda pirsgirêkên heyî çareser nekin.

Kerkûk bi petrol dewlemend e û rojane 150,000 barîl neft ji ser Tirkîyê ji bazarên cîhanê re tê firotin.

Hikûmeta Herêma ya bin seroktîya Mesûd Barzanî di sala 2014'an de dest bi derfirotina neftê ji Kerkûkê kiribû, lê rêkeftineke sala borî biryar dabû ku dahatîya derfirotinê navbera Bexda û Hewlêrê bi wekhevî were dabeş kirin.

YNK dijberîya wê rêkeftinê dike, bi sedema ku feydeya wê ji Kerkûkê re û gelê herêmê re nabe.

Parlementara YNK’ê Ala Talabanî ji Reuters re dibêje ku dest danîna ser kargeha neftê, encama nerazîbûn û bêzarbûn gelê xwecihî ya li hember sîyaeeta Bexda û rêbertîya Kurd ya li Hewlêrê ye.

Karbidestên neftê û yên ewlekarî radigihînin ku kontrola kargeha neftê hîn di bin kontrola hêzên YNK’ê de ye, lê wan rê daye ku petrol careke din ji kargehê biherike Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG