Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ereb û Tirkmenên Kerkûkê Xwepêşandanan Dikin


Kerkuk
Kerkuk

Ereb û Tirkmenên Bajkarê Kerkûkê bi guman in li dor encama hilbijartinan û dibêjin sextekarî hatiye kirin ji bo berjewendiya aliyekî Kurdî, ji ber wê yeke ew îro Yekşemê derketin xwepêşandanekê li pêş nivîsîngeha Kerkûkê ya Komisyona Hilbijartinan.

Serokê encûmena siyasî ya Erebî li Kerkûkê Îsmaîl Hedîdî ji Dengê Amerîka re got:

“Sextekariyeka mezin di hilbijartinên Kerkûkê de bûye û wek Ereb û Tirkmen, em encmanên hilbijartinan napejirînin.”

Wî got xwepêşandana Ereb û Tirkmenan ew ji bo redkirina encamên hilbijartinan e.

Ebdulbasit Derwîş peyvdarê nivîsîngeha komisyonan hiulbijartinan li Kerkûkê ji Dengfê Amerîka re got:

“ ji Tirsa li ser jiyana xwe, karmendên komisyonê karê xwe bicîhîştin û dewam nakin.”

XS
SM
MD
LG