Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Kerry Derdikeve Pêş Komîteya Senatê


Senatorê Amerîkî John Kerry, Berpirsê Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatê, îro Pêncşemê jibo berbijartina wî ya wekî wezîrê derve, li hember endamên komîteyê amade bibe.

Tê çaverê kirin, berbijarê demokratîk yê berê yê jibo seroktîyê rastî hinek pirsên girêdayî xizmeta wî ya ligel artêşa Amerîkî li Vietnam’ê, krîza Sûrî û borîya neftê ya ji Kanada’yê diçe wîlayeta Teksas’ê were.

Birêz Kerry yê ku ji senatorên herî dewlemend yên Amerîka ye, ji niha ve hemî astengîyên ber berbijartina xwe daye alîyekî, bi taybet pereyên wî ligel kompanîyên bazirganî ku dikarin bibin sedema nakokîya berjiwendîyan ligel karê wezareta derve.

Li gorî tê ragihandin, John Kerry xwedî 184 mîlyon dolaran e.

Dema ku Serok Obama berî çar salan bû serok, dihate çaverê kirin birêz Kerry bibe wezîrê derve, lê paşê Xanim Hillary Clinton ew post wergirt.

Wekî tê zanîn, Xanim Clinton nêzîk dest ji vê postê berdide.
XS
SM
MD
LG