Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Amerîka dê Berevanîya Koreya Başûr Bike


Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Yun Byung Se
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Yun Byung Se
Li vê demê ku girjî û alozîya navbera Koreya Bakur û Başûr zêde dibe, Washington jî dengê xwe bilind dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry dibêje, Amerîka dê berevanîya xwe û hevalbenda xwe, Koreya Başûr li hember gefeyên leşkerî yên Koreya Bakur bike.

Birêz Kerry di dema kombûnekê de ligel Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Yun Byung Se got ku Amerîka “bi temamî amade û bikarîn e”, berjiwendîyên xwe biparêze.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry herwiha got, Koreya Bakur jî baş dizane ku em li pişt wê ne.
XS
SM
MD
LG