Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry: Divê Esed jibo Aştîyê Pêgir be


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bi Melîkê Urdinê Huseyîn e
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Çarşemê bang li Serokê Sûrîyê Beşar Esed kir ku jibo pêkanîna aştîyê li welatê xwe pêgir be, di vê demê de ku piştevanên navnetewî yên opozîsyona Sûrî li Urdunê kom dibin.

Birêz Kerry ew axaftina xwe li Ammanê kir, berî destpêbûna kombûna Hevalên Sûrîyê ku hewil dide piştgirî jibo konferansa navnetewî wergire.

Kerry di civîna ragihandina hevbeş ya ligel hevtayê xwe yê Urdunî de got, konferansa Genevreyê ku bib pêşengîya Amerîka û Rûsya tê kirin, armanc dike ku xunrijandinê rawestîne bû sedema mirina bi deh hezaran kesan.

Rêzdar Kerry Îran tawanbar kir ku bi şandina leşkerên xwe, şerê navxweyî li Sûrîyê xirabtir dike.
XS
SM
MD
LG