Karbidestên Amerîkî îro Înê ji AP re got ku di êrîşên terorîstî yên Brukselê de 2 hemwelatîyên Amerîkî jî hatine kuştin.
Hevdem, Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry jî li Brukselê ye ku xemgînîya xwe ya ser êrîşan raberî karbidestên Belçî bike û çend hevdîtinan bike.
Kerry piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Belçîkî Charles Michel re got, Amerîka êş û xemgînîya Belçîka parve dike.
“Amerîka jibo we dua dike û xemgînîya we parve dike ku hezkirîyên we bi zorê ji we hatin standin."
Kerry bi berdewamî got ku ew hêvîya qencbûnê bo birîndaran dixwaze.
Kerry li ser nasnameya 2 qurbanîyên Amerîkî tu hurgilî neda, lê karbidestekî bilind yê Pentagonê got ku malbatên kesên kuştî hatine agahdar kirin.