Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Geşbîn E ku Danûstandinên Sûrîyê di Dema Xwe de Bêne Kirin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, di danûstandinên navnetewî yên ser Sûrîyê de wê “paşxistineke mezin” çênebin.

Kerry ku jibo Foruma Ekonomîk ya Cîhanê li bajarê Davos ya Swîsre ye, ligel nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Staffan de Mistura re jî civî.

Wî Kot, dibe ku şandina dawetnameyên danûstandinan “yek, du roj” dereng bikevin, lê paşxistineke girîng wê nebin.

“Wê danûstandin di 25ê mehê de destpê bike. Hîngê emê kom in û binirxînin ka em giheştine kîjan qonaxê,” Kerry bi berdewamî got

Hêjayî balkişandinê ye ku problemên girîng li ser dîyarkirina beşdarên danûstandinan heye û Kurd jî di navenda vê yekê cîh digirin.

Tirkîye hewil dide ku nehêle PYD di danûstandinan de cîh bigire, lê Kurd û hevelbendên wan dibêjin divê ew wek hêza sisêyan di danûstandinan de amade bin.

XS
SM
MD
LG