Berdevkê Partîya Çep ya Kesk yê Navenda Şopandin û Rêvebirina Hilbijartinê û endamê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) Mehmet Tîrkayî ser encamên sindoqan agahî da.
Tîrkayî dîyar kir ku ew ji sîstemê dibînin ku li seranserê Tirkîyê pirtir ji 1000 sindoqan de encam şaş hatine naivîsîn.
‘’Me jibo hemî sindoqên şaş hatine nivîsên daxwazê pêdeçûnê kir. Hema bêje jibo hemî daxwazên me biryar hat dayîn, encamên rast hatin nivîsîn û ser qebûlkirina daxaza pêdeçûnê ti kêşe çênebû."
Li gor ragihandina Tîryakî, ew xebatên xwe didomînin, lê heta niha encaman bandor nekiriye ku hejmara parlamanterên wan biguhere.
"Emê encamên tevahîya 193 hezar sindoqan kontrol bikin û li dengên xwe xwedî derkevin."
Agahîyên dawî yên Ajansa Anadolu nêşan didin ku Partîya Çep ya Kesk bi rêjeya 8,81 ji sedê dengan 61 kursî bi dest xistine.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jiber doza girtinê ya ser wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan.
Jêder: Partîya Çep ya Kesk, Ajansa Anadolu
Berdevkê Partîya Çep ya Kesk Dibêje Wan Ser Encaman Pêdeçûn Kiriye, lê Hejmara Kursîyên Wan Neguheriye