Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk Dest bi Ger û Mîtîngên Hilbijartinê Dike


Partîya Çep ya Kesk (Yeşil Sol Partî) bernameya xwe peyvajoya hilbijartinê ragihand.

Ew partî dê roja Înê li Gever ya Colemêrgê dest bi bernameyên xwe yên seredana nava hilbijeran bike û ew seredan wê heta 18’ê Nîsanê bidomin.

Piştî bernameyên gerê, Partîya Çepk ya Kesk dê di Cejna Ramazanê de li herêma erdhejê be.

Nûnerên Partîya Çep ya Kesk dê serdana afetzadeyan bikin.

Partîya Çep ya Kesk herwiha radigihêne ku ewê li 60 navendan mîtîngên hilbijartinê li dar bixe û yên pêşîn wê di 24’ê Nîsanê de li Colemêrg û Tekîrdagê destpê bikin.

Partîya Çep ya Kesk wê mîtîngên xwe yên dawî di 13ê Gulanê de li Amed û Stenbolê çêke.

XS
SM
MD
LG