Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk Dibêje Ew Nîqaşên Ser Sîyaseteke Nû Didomînin


Partîya Çep ya Kesk îro Sêşemê li Enqerê komcivîna xwe ya pêşî li dar xist.

Hevberdevkê Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar dîyar kir ku hilbijartinên Gulana 2023’yan hin berpirsî dane wan û divê ew li gor encaman xwe rexne bikin.

Uçar got ku encamên hilbijartinê nîşan didin ku divê ew jinûve bi awayekî sîyasî xwe bi rêxistin bikin.

‘’Me hay ji berpirsîyên xwe heye. Bi bawerî û berpirsîyan, ji hilbijartinê vir ve em bi hemî rêvebirên xwe re ser rewşê nîqaşan dikin.’’

Uçar dîyar kir ku wan soz daye ku ew jinûve xwe ava bikin loma jibo ku ew rewşê baştir bibînin li bajar û bajarokan civînan li dar xin û bi gel re dicivin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan.

Rêber û pêşengên HDP’ê jiber encaman ew demek e bi rexneyan rûbirû mane.

Hevserokê berê yê HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî do Duşemê partî jiber startejîya wî ya di hilbijartinan rexne kiribû û gotibû ku divê ew bi stratejîyeke nû herin hilbijartinên xwecîhî.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG