Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KESK: Li Wanê Heta Niha 7 Kes jiber Korona Mirine


Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) ya şaxê Wanê îro Çarşemê di preskonferansê de dîyar kir ku li Wanê heya niha 7 kes bi sedema korona mirine.

Li gor daxuyanîyê, li bajarên Wan, Bidlîs û Agirîyê 1400 testên vîrusa korona hatine kirin û ji wan encama 32 testan pozîtîf derketiye û 7 kesî jiber vîrusê li Wanê mirine.

Piştî daxuyanîye, ser navê platforma KESK’ê, Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglu, ji Dengê Amerîka re got ku jiber tirsa korona mirov ketine nava fikarê.

“Heta niha 32 nexweşên pozîtîf li nava bajêr hatine tomar kirin û ji wan 7 kes jîyanên xwe ji dest dane. Nêzî 120 kes jî bi gumana vîrusê li nexweşxaneyê di bin kontrolê de têne girtin. Mixabin gelê me hêj cîdîbûna vê mijarê baş fêm nekiriye. Berdev û lepik şaş têne bikaranîn û pêwîst e gel di vî warî de were perwerde kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Wanê heta niha 7 tax di bin karantîna de ne û Wan jî di nav de, ketin û derketina 30 bajarên mezin ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve hatiye qedexe kirin.

AA_04_08_2020_Wan_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG