Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vêkolîn li ser Ketina Firoka Hindî Didome


Vêkoler li başûra Hindîstanê hîn li egera ketina firokeke Hindî digerin ku di zêdeyî 10 salan de, xirabtirîn bûyera asmanî bû li Hindîstanê.

Heşt kes di ketina firokê de do rizgar bûn, lê 158 kes jî hatin kuştin.

Raportên nehevgirtî îro hatin ragihandin ka karmendên lêgerînê cîhaza ku pêzanînên firokê tomar dike, ditine yan ne.

Cîhazên firoka Boeing 737 giring e, jibo dîyar kirina sedema ketina firoka Air India Express.

Firoka Hindî, dama niştîna xwe li Firokexana Mangalor ji rê derketîbû û di encamê de agir ber bibû.

Rojnama Times of India radigîhîne ku Sazîya Silametîya Guhastina Netewî ya Amerîka, li gor daxwaza hikûmeta Hindî, lêkoler şandin Hindistanê.

Tê ragihandin kompanya Boeing jî tîmeke pisporan dişîne Hindîstanê da ku lêkolînê li ser rûdanê bike.

XS
SM
MD
LG