Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya Asmanî Discovery Êdî li Muzexaneyê Be


Piştî bêtirî salekê ji karê wê yê dawî, keştîya asmanî ya Amerîkî Discovery bi fermî amade ye roja Pêncşemê têkeve mala xwe ya nû.

Keştî dê jibo Udvar-Hazy Center ya Mûzexaneya Asmanî ya Netewî were şandin ku li derveyî Washingtonê ye. Ji nav kesên ku di merasîma beşdar bibin de, Senatorê Amerîkî John Glenn jî heye ku Amerîkî ye yekê ye ku çûbû asmanê.

Roja Sêşemê keştîya asmanî ji Navenda Kennedy ya Asmanî li Florida gihişte Washingtonê, dema ku çend caran li asmanê bajar diçû û dihat da ku bala xelkê bikşîne.

Discovery cara yekê di sala 1984’an de dest bi karê xwe kiribû, ku bi giştî 39 caran firîya bû asmên. Yek ji karên herî balkêş yên vê keştîyê, birina teleskopa Hubble ya asmanî sala 1990’î.

Karê Discovery sala bûrî hate rawestandin ligel du keştîyên din, Atlantis û Endeavour.

XS
SM
MD
LG