Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirina 4 Torîstên Amerîkî di Ketina Helkopterê de li Kenya


Arşîv: Herêma goala Turkana ya Biyabanî
Arşîv: Herêma goala Turkana ya Biyabanî

Polîsê kenya ragihand ku 4 welatiyên Amerîka yên torîst tevî pîlotê Helîkopterekê di ketina firokê de mirin, bûyer li giraveke navendî ya welatê Kenya li herêma Parka Niştîmanî li gola Turkana qewimîye.

Daxûyaniya Sazîya firînên sivîl yên kenya dibêje, 5 kes di firokê de bûn 4 welatiyên Amerîkî û Şofêlê Kenî yê bi navê Marion Magonga herpênc kesan jiyana xwe jidestda ye.

Magonga pîlotê William Ruto Cîgirê serokê Kenya bû, ew şofêlê firoka Helîkopter bû dema bûyer pêkahtî, peywendiya Helîkopterê piştî rabûnê bi demek kurt bi sentralê re qut bûye, piştî lêgerîna 7 demjimêran perçên helîkopterê hatinê dîtin bê ku kesek jê rizgarbû be.

Daxûyaniya polîsê Kenya dibêje sedema ketina firokê hêj nayê zanîn, dema ku sedem hat zîanên ewê bi raya giştî re parve bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku gola Trukana yek ji golên ava herî şûre li Cîhanê û li rojhilatê Afrîqa û gola biyabanî ya herî mezine û ciyekî binav û bang yê torîzmê ye.

XS
SM
MD
LG