Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Êrîşa Mûşekan li Dij Hewlêr Peyameka Dualî Ye


Bajarê Hewlêr

Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê di vê heftiyê de kefte ber êrişeka mûşekan, bajar û frokxana Hewlêr ya nêfnetewî kirne armanc.

Êrişê karvedanên liser astê navxweyî û cihanî bixwe ve girtin bi taybet Amerîka û welatên din yên endamên hevpeymaniya NATO piştî bingehê leşkerî yê NATO keftî ber hijmareke mûşekan ku birîndar û kuştî hebûn, di nav de kontrakterek biyanî hat kuştin û serbazekî Amerîkî jî birîndar bû.

Erbil
Erbil

Şareza bawer dikin ku êrîşê dû peyam hebûn yek peywendî bi nakokiyên herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Bexa ve hebên, ya din peywendî bi nakokiyên Amerika û Îranê ve heye piştî veguhastina desthelatê li Amerika ji serokê Komarî Donald Trump bo serokê Demokrat Joe Biden ewê kar bo vegeranîna rêkeftina navokî ya sala 2015 digel Îranê dike.

Dr. Hawar Nêrweyî
Dr. Hawar Nêrweyî

Bernamê Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawesta digel Dr. Hewra Nêrweyî ragirê fakolteya zanistên siyasî ê mamostayê peywendiyên nêfnetewî, li zanîngeha Duhok.

Lêkolîn heta niha tên encamdan da ku bi zelalî bihê zanîn kanê aliyê êrîşkar kiîye, wezîrê derve yê Amerîka derbarê rewşa heyî bi telefonê li gel berpirsên Îrqê û yên Herêma Kurdistanê afxiftbû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG