Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Bo Vegera Peymana Navokî Divê Amerîka Sizayan Rake


Rêberê Olî yê Îranê Ayatullah Elî Xameneyî
Rêberê Olî yê Îranê Ayatullah Elî Xameneyî

DUBAUI - Serokê Bilind yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî Yekşemê got, divê Amerîka hemû sizayên li ser Îranê hilîne, eger ku bixwaze Îran bo projeya Navokî gavan paş da pavêje.

Xameneyî di twîterê da got "Îranê li gor peymana 2015ê hemû pêgiriyên xwe bicih anîne, neku Amerîka û hersê welatên Ewrupî…Eger ku bixwazin Îran pabend be, divê ku Amerîka hemû sizayên hilîne."

Xamenyî herwiha dinivîse "Dema ku hat piştrast kirin kanê hemû siza hatine hilandin yan na, wî çaxî emê pêgir bin."

Serokê Ameîka Joe Biden yê ku meha borî gihaye desthilatê got, eger ku Îran pêgiriya temam ya peymana navokî ya 2015an bike, wî çaxî Washingtion dê amade be û dê wê bike xala destpêkê ya berfireh kirina peymana ku dê Îranê girê bide ku nikare mûşekên balistî pêş bêxe û çalakiyên li herêmê encam bide.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump sala 2018ê ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişiyabû û siza danînbûn ser Tehranê.

Îranê jî hêdî, hêdî peyman binpêkirîye jiber siyaseta ku Trump li hember wê bikaranî, lê Îranê gelek caran dubare kirîye û gotîye bilez ewê wan zêdegaviyan bidawî bîne eger ku Amerîka siyzayan rake.

XS
SM
MD
LG