Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje gelek nîşan hene ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî di êrîşên di Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.
Netanyahu got, "gelek nîşan" hene ku dibe ku Xamineyî di êrîşeke hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê de li ser Îranê hatibe kuştin.
Dengê Amerîka heta dema amadekirina vê nûçeyê nikar bi awayekî serbixwe van portan piştrast bike an red bike.
Li gor nûçeya ajansa Reuters ji Orşelîmê, Netanyahu di daxuyanîyeke vîdeoyî de gotiye ku "vê sibehê me baregeha dîktator Xamineyî wêran kir."
Netanyahu herwiha got ku Xamneyî "zêdetirî 30 salan terorîzmê li seranserê cîhanê birêve dibe, gelê xwe perîşan dike û bêwestan li ser plana têkbirina dewleta Îsraîlê dixebite."
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha da zanîn: "Gelek nîşan hene ku ev dîktator êdî ne sax e."
Heta niha karbidestên rejîma Îranê ti daxuyanî li ser nûçeyên kuştina Xamineyî belav nekiriye.