Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Kharkiv ya Ukrayna di bin bombebaraneke giran de ye.
Reutersê ew agahî ji zarê bajarvanê Kharkivê Ihor Terkhov ragihand.
Ihor Therkov dîyar kir ku hêzên Rûsya êrîşên xwe girantir kirine û li bajêr peqînen mezin çêdibin.
Kharkiv yê li başûrê rojhilata Ukrayna --ji bajarên mezin yên Ukrayna yê duyê ye.
Bajarvanê Kharkivê da zanîn ku li bajêr 1 mîlyon kes mane û 30 ji sedê nifûsa bajêr derketiye.
Bajarvanê Kharkivê Dibêje li Bajêr Peqînên Mezin Çêdibin
