Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Dibêjin Renge Rojnamevanê Saudî Mirina xwe Tomar Kiribe


Raporetên medyayî dibêjin dibe ku rojnamevanê Erebistana Saudî Jemal Xaşiqçî bi riya demjimêra xwe ya Apple mirina xwe tomar kiribe.

Çavkanî dibêjin Xaşiqçî amîra xwe daye ser tomarekirinê dema derbasbûna qunsilxaneya Erebistana Saudî li Stenbolê.

Xaşiqçi roja 2 vê mehê ji bo wergirtina belgeyeka zewacê derbasî qunsilxanê bû û derneket.

Hate ragihandin ku wî demjimêra xwe ya Apple bi iCloud û telefona xwe ya dest ve girêdabû.

Wî telefona xwe li gel destgirtiya xwe li derveyî qunsilxanê hîştibû.

Destgirtiya Xaşiqçî dibêje ew li benda wî ma ku derkeve lê ew qet derneket.

Raport dibêjin demjimêrê ne tenê vekolîna li gel Xaşiqçî û êşkencedana wî, belê kuştina wî jî tomar kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Xaşiqçî rûniştvanê Amerîka bû, ji rojnameya Waşinton Post re dinvîsand û rexneya Erebistana Saudî dikir.

XS
SM
MD
LG