Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Tirkiyê: Cemal Xaşiqcî li Konsulxaneya Erebistana Saudî Hatiye Kuştin


Dostekî rojnamevanê Saudî yê navdar Cemal Xaşiqcî îro Yekşemê got berpirsan jêre gotiye xwe amade bikin ji bo merasîmên binaxkirina wî.

Li aliyekî din, berpirsekî Tirkiyê ji ajansa Associated Press re got desthilatdar bawerin Xaşiqcî di konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Berpirsên Erbistana Saudî vê tawanbariyê red dikin û dibêjin ew bê bingeh e.

Di heman demê de, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di bersivdana pirsiyara rojnamevanan de li dor Xaşiqcî got:

“ Bi hêviya xwedê emê rastî rewşeke em jê nerazî nebin.”

Nakokiyên di navbera Erebistana Saudî û Tirkiyê de li dor çarenûsa Xaşiqcî her diçi kûrtir dibin.

Turan Kislakci, ku dostê Xaşiqcî û serokê komeleya Medya Tirkî ya Erebî ye, ji Associated Press re got ew bawere ku berpirsên Tirkiyê wê nêzîk encamên vekolînan ragihînin.

XS
SM
MD
LG