Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BDP Vedigere Parlamentoya Tirkîyê


BDP Vedigere Parlamentoya Tirkîyê

Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP Selahattîn Demîrtaş, roja Çarşemê li ser navê endamên Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê daxûyanî da û da zanîn ku boykotkirina çûna parlamentoyê bidawî dikin û ewê di 1’ê Cotmehê da herin parlamentoyê.

Sîyasetvanê Kurd got jibo rê li şer bigrin û polîtikayên şer teşhîr bikin, biryara boykotê dan û neçûn parlamentoyê. Birêz Demîrtaş destnîşan kir ku di rewşa wan rojan de birayra boykotê rast bû lê bi hêvîya rêvekirina sîyaseta demokratîk ewê harin li parlamentoyê û siyasetê li wir bidomînin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk jî da zanîn ku rêxistinên sivîl ên civakî û di nav gel de pêşnîyarên ku ‘bila parlamneterên Kurd harin meclîsê û li wir sîyasetê bidomînin’ derketîye pêş.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG