Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdheja Wanê Tesîr li ser Gelek Bajar û Bakûrê Îraqê Kir


Erdheja Wanê Tesîr li ser Gelek Bajar û Bakûrê Îraqê Kir
Erdheja Wanê Tesîr li ser Gelek Bajar û Bakûrê Îraqê Kir

Li Wanê roja Yekşemê derdorê saet di 13.43'an de erdhejayek mezin rû da. Li gorî Rasatxaneya Kandilliyê hêza erdhêjê 6.6 e . Erdheja ku 5.5 km kur de pêk hatîye li navçeya Ercîşê û li navenda bajarê mezin zîyanek mezin derxistiye holê. Li gorî agahîyên dawî navenda Wan’ê û li Ercîşê gelek avahî rixuyan û bi sedan mirov di nav xirbê avahîyan de li benda xelaskirinê ne.

Navenda Lêkolînên Jeolojî ya Amerîkayê pileya erdheja li bajêr 7.3 ye da. Erdheja tesîr li ser bajarên Dîyarbekir, Sêrt, Mûş, Çewlik Elezîz û Şirnexê, Erzîromê û li gelek navçeyan jî kir.

Jiber ku sistema ragihandin xesar dîtiye, agahayîyên baş nayên sendin lê li gorî daxuyanîya

Şaredarê Çelebibağ’ê Veysel Keser ku ji televîzyona NTV’re da, li navenda Ercîşê bi dehan apartman rixuyane ku gelek mirov di bin xirbên avahîyan da hewar û gazî dikin. Veysel Keser bang li rayedaran kir ku pir bêçar in û derfetê wan ên ku dikaribin birîndaran xelas bikin pir kêm in.Birêz :elebîbağ da zanîn ku li Ercîşê bi dehan apartman rixuyane ku di nav van avahiyan de 2 otel û yurdeka xwendekaran herwiha gelek avahîyên fermî yên dewletê jî hene.

Şaredarê Bajarê Wanê Bekîr Kaya jî got ber erdhejê telefon qut bûne û panîkek mezin çêbuye di nav gel de. Bekir Kaya da zanîn heta niha hin mînareyên mizgeftan xerabûne û hin avahî hilweşiyan. Ji ber panîkê jî rê hatine girtin. Birêz Kaya da zanîn ku jiber pirsgirêka ragihandinê heta neha ji gund û derdoran tu agehî nehatiye girtin.

Hat ragihandin ku erdhêja ku ji gund û navçeyên Bakurê Îraqê jî hatîye hîskirin, li navenda Bedlîsê jî buye egera ruxandina hin avahîyan. Hêjayê gotinêye ku heta neha di derbarê mirî û birîndaran de tu agahîyek zelal nehatîye destxistin lê texmîn kirin ku di hejmareka pir mezin ya mirîyan çêbube di encama vê erdhêjayêda.

XS
SM
MD
LG