Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Ciwanên Dîyarbekirî û Xwendina Zanîngehên Herêma Kurdistanê


Hewlêr.

Jibo xwendekarên Kurd yên çar parçeyan çend sal berê ji alîyê Hikumeta Herêma Kurdistanê projeyek hat destpêkirin bi navê Projeya Netewî. Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî çend sal berê bangewazîyek kir da ku ew xwendekarên Kurd yên ku derfeta wan ya xwendinê tuneye, li kuderê dibin bila bibin, dikarin bên Kurdîstanê û derfetê xwendinê bidestbixin.

Di çarçoveya vê projeyê de li Tirkîyê ji bajarên Kurdan bi sedan xwendekarên Kurd berê xwe dan Zanîneghên Herêma Kurdîstanê. Çar sal berê nêzî 600 xwendekar serdanê kirin jibo xwendina bilind lê îro ev hejmar daketîya dora 40’an.

Kerem û Serdar Yusuf jî weka sedan hevalên xwe çar sal berê li ser bangawazîya birêz Barzanî berê xwe kirine Herêma Kurdistanê. Herdû xwendekar jibo gohdarên Dengê Amerîka sedemên vegera xwendekarên Bakurî şîrove dikin.

XS
SM
MD
LG