Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xana Hesenpaşa li Dîyarbekirê


Xana Hesenpaşa li Dîyarbekirê
Xana Hesenpaşa li Dîyarbekirê

Xana Hesenpaşa, ji yek cîhên dîrokî û xweştir yê bajarê Dîyarbekirê ye. Ev xana ku temenê wê ji 500 salî kevintir e, pênc sal berê hate restore kirin û jinûve kete xizmeta bajêr. Di xanê da ji cîhên cil û bergan bigrin heta zîvker û zîvfiroşan, ji qehwexane heta pirtukfiroşan 33 dikan cîh digrin. Xalê Xelîl jî bi dikana xwe ya tizibîyan rengekî cuda dide Xana Hesenpaşayê.

Tizbî jibo Musliman, Xirîstiyan û Hindûyan semboleke olî ye û di dema diakirinê de tê bikar anîn. Tizbî her çiqas weke nîşaneyeka îslamîyetê bê zanîn jî, jî di eslê xwe de ji Hindîstanê derdikeve û ji wir pêşî li rojehelata navîn û paşê jî li evrupayê belav dibe.

Xalê Xelîl dibêje bi hezaran cureyên tizbîyê hene lê li dikana wî tizbîyên herî zêde tên firotin, ên ku ji kevirên oltû, karîban, fîrûze tên çêkirinê ne.

XS
SM
MD
LG