Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: BDP Bûye CHP'a Herêmê


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, roja Şemîyê hat Dîyarbekirê. Serokwezîrê Tirkîyê di çaremîn Kongreya AKP’ê ya bajarê Dîyarbekirê de got her ku bûye serokwezîr 12 caran hatîye Dîyarbekirê.

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku bi taybetî endamên teşkilata partîya wan li herêmê rastê êrîş û zordestîyan tên, parlamenterên wan ên Kurd jî rastî gefa tên da ku da ku çima jibo AKP xizmetê dikin.

Serokwezîr Erdogan jibo BDP’ê jî got “BDP bûye CHP'a herêmê. Jiber ku AKP pirsgirêkan çareser dike, neha AKP weke hedef dibînin, bela ku naxwazin AKP biser bikeve êrîşan dikin.”

RecepTayyîp Erdogan got BDP her carê ji giritina partîyan gazinan dike lê bibîrxist ku di dema guhertina qanuna bingehîn de piştigirîyê neda AKP û jiber vê yekê jî nikaribûne girtina partîyan ji qanûnê derxin.

Serokwezîrê Tirkîyê weha dewam kir "dema ku me dest bi weşana Kurdî kir, dema ku me li zanîngehan enstituyên Kurdî vekirin, dema ku me li hemberê rêxistina Ergenekonê tekoşin kir, BDP piştgirîya me nekir. BDP bitenê dizane bi gefan û li ser şidetê siyata xwe bilind bike.

Recep Tayyîp Erdogan got di dîroka Komara Tirkîyê de derbarê pirsgirêka Kurdî, gavên mezin di dema desthilatîya AKP de hatine avêtin. Recep Tayyîp Erdogan got lê gelek welatên ku naxwazin Tirkîye bipêş bikeve herwiha hêz û rexên ku berjewendîyê wan di şer û terorê de hene, naxwazin ev mesele çareser bibe.

XS
SM
MD
LG