Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tirkîyê ye


Nêçîvan Barzanî.

Serowezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî, jibo beşdarê Foruma Aborî ya Cîhanê bibe, roja Duşemê hat Tirkîyê.

Nêçîrvan Barzanî Duşemê di saet 15:00'da li Ofîsa Serokwezaretîyê bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan re hatin cem hev. Li gor agahîyê dawî di kombûnê de têkiliyên di navbera Tirkîye û Îraqê, pirsgirêka Partîya Karkerên Kurdistanê, rewşa dawî ya Surîyê û Îraqê hatin nîqaşnkirin. Kombûn ji çapamenîyê re girtî dewam kir.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Nêçîrvan Barzanîn herî dawî di 16'ê Gulanê de hatibû Tirkîyê. Serowezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya meha Gulanê de bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hatibû cem hev.

Foruma Aborî ya Cîhanî li Stenbolê destpêke û dê sê roj dewam bike. Jibo beşdarê forumê bibin, ji dehan welatan gelek sîyasetvan, rojnamevan û nivîskar beşdar dibin. Foruma Aborî ya cîhanî 42 sal in tê lidarxistin û cara yekê ye ku Stenbol mazuvanîya forumê dike.

XS
SM
MD
LG