Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hevditnên bi Ocalan re


Ahmet Turk
Ahmet Turk
Piştî ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, da zanin ku carek din bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kirine, roja Pêşemê sîyasetvan û parlamenterên Kurd Ahmet Turk û Ayla Akat Ata, çûn girava İmarliyê û li wir bi Abdullah Ocalan re hevditinek pêk anîn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik Ahmet Turk piştî hevditinê hat Dîyarbekirê û bi Hevserok û parlamenterên BDP’ê re danûsendinan kir.

Sîyasetvanê Kurd li Dîyarbekirê ji rojnamevanan re got “rastî ew e ku birînek kur heye û xwînî dibe. Em di pengavek pir hesas de derbas dibin, lazime em hemû bi berpirsîyari tevbigerin. Di serî de dezgehên ragihandinê û hemu kes vê birina ku bi salan e xwini dibe, divê nekolin, derman bikin.”

Ji aliyê dinê ve Cîgirê Serokwezîr Huseyîn Çelik li Enqerê got “armanc ew e ku rêxistina terorê çekan deyne. Ger BDP li pey PKK’ê neçe hê jî jibo aşitiyê hêvi heye. Serokwezîr xwe kirîye binê barek mezin. Ev hevditin li ser navê dewletê nehatiye kirin Berê jî dexwaza wekilên BDP’ê hebû ku bi Ocalan re hevdîtin çêbikin.”

Nûnerê televizyona İMC'ê yê Dîyarbekirê Rojnamevan Vecdi Erbayli jibo gohdarên Dengê Amerika got “ev hevdîtin gelek giring e lê di nav şert û mecalên ku Tirkîye tê de ye, divê jibo çareserîyê gavên berbiçav bavêje.”

Hunermendê Kurd Roni Erez jî got bi hevditinên dawî ew hêvîdar e ku dema çareserîyê hatîye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG