Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîkî Teqîna Hatay Şermezar Dike


Roja Duşemê li navçeya Hatayê Reyhanliyê, li derîyê Cîlvegozu ya sînorê nav Sûrîye û Tirkîyê teqînek mezin pêk hat.

Di encama teqînê de heta neha 13 kes mirin, 13 kes bi giranî 28 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di derbarê teqînê de got “ev bûyer nîşan da ku hesasîyet û hewildanên me yên di derbarê teror û Sûrîyê de ne vala ne. Bila bê zanîn ku him di mijara Surî de him jî di ya terorê de emê ji qirara xwe qet tavîz nedin.”

Serokwezîrê Tirkîyê destnîşan kir di derbarê buyerê de spekolasyonek jî hat derxistin wekî ku minibus ji alîyê Tirkiyê diçû Sûrî.

Serokwezîr Erdogan got “ lê qeydîyên kamerayan her tişt dide xûya kirin ka minibus ji kîjan alî dihat û diçû kuderê”.

Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî di derbarê teqînê de da zanîn ku minibuseke ku ji alîyê Sûrî dihat, li mintiqa ku çûnhatina mirovan, nêzî derîyê Tirkiyê teqiya. Birêz Arinç destnişan kir di encama teqînê de 3 welatîyên Tirkîyê, 10 yên Sûrîyê 13 kes mirin; 13 kes bi giranî 28 kes jî birîndar bûn.

Balyozê Enqerê yê Amerîkayê Francis Ricciardone jî êrîşê şermezar kir û got “ tu armanc nikare vê êrîşê mafdar derxe. Cîhê xemgînîyê ye ku mirovên mesumi bi qestî bune hedefa êrîşê.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG