Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KCD Bang li Amerîkayê Dike ku PKK’ê ji Lîsteya Terorê Derxe


Çekdarên PKK'ê li çîyayên Kurdistana Îraqê
Çekdarên PKK'ê li çîyayên Kurdistana Îraqê
Civîna Awarte ya Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) ku du roj dewam kir, bi xwendina encamnameyekê dawî bû.

Encamnameya Kurdî ji alîye Parlamentera BDP’ê ya Qers'ê Mulkîye Bîrtane ve hat xwendin. Xanim Bîrtane dîyar kir Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbaz dibin û da zanîn di civînê de hatiye destnîşan kirin jibo polîtîkayên netewî piştgîrîya Rojava şert e.

Rêzdar Bîrtane dîyar kir, jibo guherina dewletê guherîna qanûna bingehîn jî pêdivî ye. Wê got, jibo mafên hemî gelan û yên Kurdan di qanûna bingehîn de were parastin, ewê lezê bidin xebatên xwe.

Parlamentera Kurd xuya kir ku jibo çareserîya demokratik divê astengîyên qanûnî yên li pêşîya pirsa Kurdî rabin.

Xanim Bîrtane herwiha got, KCD'ê bang li Komîsyonên Aqilmendan kir ku hem bi Abdullah Ocalan, hem bi girtîyên sîyasî û hem jî bi rêvebirên KCK’ê re jî rûnin û nêrînên wan jî têxin nav raporan.

Kongreya Civaka Demokratîk, di encamnameyê de bang li Amerîka û Yekîtîya Ewopa’yê dike ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG