Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê li Şirnexê Balafirgeha Şerafettîn Elçî Vekin


Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jibo vekirina balafirgeha Bingolê hat bajêr û li wir di derbarê pengava aşitîyê, rewşa Misirê de peyaman da. Serokwezîr di dewamîya gotara xwe da jî got “mizgîna min li Şirnexê, emê li wir balfirgeha Şerafettin Elçî vekin.”

Recep Tayyip Erdogan jibo rewşa pengava çareserîyê got “ Pêvajoya çareserîyê bi duayên we dewam dike. Bi mehan in, di şûna xeberên mirinê de, em ji herêmê mizgînîyan dibîzin. Haya me ji berpirsîyarîyên me hene, em dizanin ku gelek hîle û astengî ê derkevin pêşîya me. Hin alî hene, jibo ku Tirkiye bipêş nekeve, naxwazin ev pengav bi selametî temam bibe. Lê emê bi wan nexapin. Ger hun xwedîtî lê bikin, ewê pêvajoya çareserîyê biser bikeve.”

Serokê Partîya Demokrata Beşdar KADEP’ê yê bajarê Dîyarbekirê Ciwanroj Ceyhan ji Dengê Amerîka re got “Şerafettin Elçî Kurdek welatperwer bû. Jibo kurdayetîyê gelek ked da. Dema ku navê wî derbas dibe kurdîtî tê bîra mirov. Ger îro dewlet di şexsê wî da navê wî bide cîhekî, ev nişana nêrîna dewletê ya jibo Kurdan e. Em bi vê yeke kêfxweş in.”

Lawê Şerafettin Elçî, Hêja Elçî jî ji Dengê Amerîka re got” Kêfa me hemû Kurdan bi vê mizgînê hat. Em kêfxweş û serfiraz bûn, jiber ku bavê min him jibo sîyaseta Tirkiyê him jî jibo Kurdan mirovek bi rûmet bû.”

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:05:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG