DÎYARBEKIR —
Balafirgeha Şerafttin Elçî ya li Şirnexê, roja Înê ji alîyê Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganî ve hat vekirin. Li ser navê Partîya Aşitî û Demokrasîyê Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan beşdarê merasîmê bû.
Hasîp Kaplan ji Dengê Amerîka re got “em partîya opozîsyonê ne û tu car beşdarê merasîmên hikûmetê nabin lê dayîna navê Şerafettin Elçî ya balafirgeha Şirnexê, nîşana rûmet dayînê ye."
Serokwezîr Erdogan di şîva fitarîyê de bi malbatên Roboskê re jî hat ba hev. Cara yeke ye ku Serokwezîr û malbatên Roboskê tên ba hev.
Hasîp Kaplan got “him dayîna navê sîyasetvanek Kurd him jî hatina ba hev ya bi malbatên Roboksê re, serokwezîr jibo pêvajoyê gavên erênî avêt. BDP jî jibo selametîya vê pêvajoyê xwest ku piştgirîya xwe nişan bide.”