Breaking News

24'emîn Doza KCK’ê Hat Dîtin

24'emîn Doza KCK’ê Hat Dîtin
24'emîn Doza KCK’ê Hat Dîtin

24'emîn runiştina doza KCK'ê, roja Sêşembê, li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dîyarbekirê hat dîtin. Di çarçoveya dozê da 104’ê wî jê girtî, bi tevahî 152'ê sîyasetvanên Kurd tên dad kirin.

Di runiştina 24’emîn de jî kêşeya parastina bi zimanê Kurdî dewam kir û 6 girtîyên dozê bersivê dadger nedan.

Serokê Gruba BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn lêkolîneke cîdî û îdianameyek tune, jiber ku bersûcên dozê daxwaza parastina bi zimanê Kurdî dikin, doz bi encam nabe.

Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Oguz Oyan jî destnîşan kir jiber ku dozeka adîlane nîn e, divê girtî werine berdan.

Cîgirê Serokê Giştî CHP û Parlamenterê ‘Îstenbolê Sezgîn Tanrikulu jî got, jibo pêvajoyek nû ya Tirkîyeyê, divê di serî da sîstema adaletê were serast kirin.

Serokê Baroya Dîyarbekirê Mehmet Emin Aktar destnîşan kir ku 104 girtî hene, lê bela ku hemu girtîyan bi hev re nayînin, parêzer nakevin dozê.

Birêz Aktar got, dema ku zemina parastineke azad neyê çêkirin û parêzer nikaribin parastina muwekîlên xwe bikin, tê maneya ku cîhê parêzeran di wê dozê da tune.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’ ya alîyê rastê vê rûpelê, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG