Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turk: Pirsgirêka Kurd ji ya 5 Mîlyon Fîlîstînîyan Girîngtir e


Ahmet Turk
Civîna Giştî ya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) roja Şemîyê li Dîyarbekirê destpê kir.

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk axaftina xêrhatinê kir û di gotara xwe de destnîşan kir ku gele Kurd di pêvajoyeka dîrokî de derbaz dibe.

Rêzdar Turk bal kişand ku pêvajoya çareserîyê tene bi alîyekî nabe û divê hikûmet jî vê yekê bizanibe.

Sîyasetvanê Kurd dîyar ki ji rêveçûna prosesê xem û fikarên wan hene, lê dîsa jî jibo silametîya vê pêvajoyê ewê heta dawîyê bixebitin.

Sîyasetvanê Kurd got "Pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka 70 hezar Qibrisîyan yan jî ji ya 5 mîlyon Fîlîstînîyan girîngtir e, jiber ku ev pirsgirêk êdi bûye kêşeya hemî Rojhilata Navin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG