Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu û Sîyasetvanên Hevpeymanîya Ata Danûstandinan Didomînin


Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag got ku ew bi rêka telefonê bi berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu re axifî.

Ozdag dîyar kir ku ew dê sibê Înê jî rûbirû Kiliçdaroglu re bipeyîve.

Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan jî d[wê sibê Înê bi Kiliçdaroglu re hevdîtinekê çêke.

Çaverê ye Ogan piştî vê civînê ragihîne ku ewê di gera duyê de piştgirî bidin kê.

Berbijarê Hevpeymanîya Ata Ogan di gera yekê de 5,17 ji sedê dengan sitanbû.

Hin pisporên sîyasetê dibêjin ku hem Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hem jî Kiliçdaroglu jibo serketinê hewceyî dengên Ogan in.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê di 28’ê Gulanê de here ser sindqoan.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG