Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Derî li Berbijarîya Hilbijartina Seroktîyê Vedike


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di Fox TV ya Tirkîyê de ser berbijarîya serokomarîyê got ku eger partîyên muxalefetê li ser navê wî li hev bikin ewê bi serbilindî wî karî bike.

‘’Rewşa em niha têde ne êdî ne bi tenê kêşeya partîyekê ye. Kêşeyên Tirkîyê hene û em mecbûr in ku bo wan çareyan bibînin’.’

Kiliçdaroglu got ku ew 6 partî bi rê ketine ku Tirkîyê jinûve rakin ser pêyan.

CHP û 5 partîyên din yên muxalefetê di Tifaqa Milet de kom bûne û dibêjin ku ewê di rojên pêş de bo serokomarîyê berbijarê hevbeş ragihînin.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), ku li desthilatê ye, di Tifaqa Cumhur de ye.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û hin partîyên din jî di Tifaqa Ked û Azadîyê de ne.

Çaverê ye hilbijartina Tirkîyê di 14’ê Gulanê de çêbe.

Jêder: Fox TV

XS
SM
MD
LG