Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevbendîya Netew Kemal Kiliçdaroglu di serdana Hatayê de hikûmet rexne kir.
Kiliçdaroglu got ku desthilat ser avahîyên ku li herêma erdhejê çêdike, ji mexdûran pere dixwaze.
‘’Di Qanûna Bingehîn de, di xala 125’an dibêje ku rêvebirî divê zararên ku jiber kiryarên wê çêbûne bide, ev zelal e.’ Nabe ku dewlet xanîyan bo mexdûran ava bike û pere ji wan bistîne."
Kiliçdaroglu got ku berpirsa wan avahîyên ku hilweşîyane dewlet bi xwe ye.
Berbijarê serokomarîyê Kiliçdaroglu nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ti deynê hemwelatîyan ji dewletê re tuneye, lê dewlet deyndarê hemwelatîyan e,
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de li Semsûr û Hatayê dîyar kiribû ku li herêma erdhejê hin kêşe çêbûne û ji welatîyên wan bajaran xwestibû ku heqên xwe li wî helal bikin.
Jêder: NTV