Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Ciwan Wê Encama Hilbijartinê Dîyar Bikin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu bang li ciwanan kir di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan.

Kiliçdaroglu li Enqerê di merasîmekê de ragihand ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de 5,5 mîlyon ciwan dê cara pêşî dengên xwe bidin û ew dê encama hilbijartinê dîyar bikin.

‘’Emê biharê bînin welêt, wê ciwan biharê bînin. Ewê herin sindoqan, dengên xwe bidin û li sindoqan xwedî derkevin’’ Kiliçdaroglu got.

Wî ji ciwanan xwest ku di 14’ê Gulanê de neçin betlaneyê û wekî din karekî nekin.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku wê ciwan di hilbijartian de rêvebirîya otorîter bi rêka demokratîk biguherînin.

Jibo serokomarîya Tirkîyê, Sînan Ogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyîp Erdogan dikevin hilbijartinan.

Anket raber dikin li hember desthilata Erdogan berbijharê herî xurt Kiliçdaroglu ye.

Jêder: CHP, Twitter

XS
SM
MD
LG